Xelîl Xemgîn - Bûka Cihanê
wêneyê hunermendî:ê 1225 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Bûka Cihanê

welatê min tiwî bûka cîhane
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek serîn û rind û pir ciwan î

Serî taca Selehedînê Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhên te kevanê Rustemê Zal
Du zulfên te ji tirên qehremanî

Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik,
ji te hêstir û seraba kemûranî
Du levên te kitêba Hecî Qadir,
zimane te ji benda seydayê Xanî
Çena te guhê Cûdî û Hewlêr,
qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista,
memik ferfûr e tê de neqşê manî
Du destên te tixûben tirk û iran,
hero cengê bi tîren zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de gelyê Laleş,
ziyaretgeh e bo me her zemanî
Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin,
me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazin tev bi hine,
hemî sor in ji rengê erxewanî

Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal,
ji me dengê tivengan çûye banî
Bira, law û bav û ap û pismam,
li ser te hev dikuştin di rengê pehlewanî

ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer,
dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin,
me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa,
kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan e,
li alîkî seydayê Xewsê Sanî

Du derdên me hebûn, dijwar û xedar,
xizanî yek ewê di her nezanî
Weke şêr û piling em diçûn hev,
penêr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan,
bi zîravî, belengazî û şivanî
Here bûkê pepûkê jar û mestû,
li ser sînga te zava man biyanî

Te reş daye serê xwe ber li ser me,
li rokê dibî pîroz kitanî
CEGERXWÎN e kurê te her dinale,
ji ber jana nezanî û xizanî

(Dîsgotin)

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?