Xelîl Xemgîn - Çavreşa Min
Gotinên Stranan
Xelîl Xemgîn - Çavreşa Min
Şêrîn û çavreşa min,gelek delal e dîlber,
Ya Reb çi şox û şeng e,
ciwan û rind û nûber.
Narîn û bînxweş û geş,
qibla me aşiqan e,
Letîf û zehre-sîma
şepal e wek gula zer.
Sîne çi gewr û boz e
berdane ser du fincan,
Sed heyf û sed mixabin
destê çepel herin ser.
Çen gewher û diran-zêr
şekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im,
gerden belor û mermer.
Çavên nekilkirî, reş
xweya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût
zilfên siyah du ejder.
Weqs û qezeh du ebrû
bisk û kezî ji maran,
Runiştî textê Dara
taca keyan li ser ser.
Bi Ehreman nizanim,
pesnê wê ez çi bêjim,
Pûtxane pû ji bo min,
min ser keşî li hember.
Yarê te ez Cegerxwîn,
bêdîn kirim, kirim dîn,
Miftî ez im di eşqê,
rabe bikuj bi xençer.
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove