Xelîl Xemgîn - Govenda Şêra
wêneyê hunermendî:ê 216 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Govenda Şêra

Gelî kurdê dîl û jar
Bes bikin qîr û hawar
Ala sor hûn hildin jor
Gerêla di gaziya we tê

Şal û şap li bejna me ye
Rext û sîleh bi ser da ye
Hêviya we ji mêj da ye
Va li gorî dilê we tê

Sar û serma ne xeme
Me dil gelekî germe
Va refê artêşa me
Bi him him ji bo we tê

Me can çendî biha be
Çendî şêrîn ciwan be
Lê bi sund û peyman be
bi erzanî, bi gorî we tê.

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?