Xelîl Xemgîn - Zînê
Gotinên Stranan
Xelîl Xemgîn - Zînê
Bi wê xama ji destê te gihaye min lê lêEvan rêzan dihûnim ez bo te lê Zînê
Ji paxila dilê xemgîn dibêjim tê lê
Ev dil bo te ne lûs e û ne jî hêlîn e
Bes e rûnê li ser textê dilê min tu lê,
Tenê sohtin em bi arê vê evînê
Di vê çerx û dema han de evîn ew e
Ku her du dil bi yek dil bin, ji bo vê jînê
Ne pîr im ez, pir ciwan im, lê xemcivîn im
Ji bo eşqê cih di dilê min de qet nîne
Min dil hebû bi ciwanî, min sipartî?
Şox û şenga ku cegeran disojîne.
Zuha bûm ez kirim derya bê serî û bin
Evîn berda kûraniya dil, nava xwînê
Ji bê zarî kirim çûkê çêl ziman lew
Dihûnim ez gelek nama ji bo vê jînê
Sewdan û can min danî ber bi erzanî
Dema ji bo serxwebunê ket tekoşînê
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove