Xelîl Xemgîn - Zînê
wêneyê hunermendî:ê 397 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Zînê

Bi wê xama ji destê te gihaye min lê lê
Evan rêzan dihûnim ez bo te lê Zînê

Ji paxila dilê xemgîn dibêjim tê lê
Ev dil bo te ne lûs e û ne jî hêlîn e

Bes e rûnê li ser textê dilê min tu lê,
Tenê sohtin em bi arê vê evînê

Di vê çerx û dema han de evîn ew e
Ku her du dil bi yek dil bin, ji bo vê jînê

Ne pîr im ez, pir ciwan im, lê xemcivîn im
Ji bo eşqê cih di dilê min de qet nîne

Min dil hebû bi ciwanî, min sipartî?
Şox û şenga ku cegeran disojîne.

Zuha bûm ez kirim derya bê serî û bin
Evîn berda kûraniya dil, nava xwînê

Ji bê zarî kirim çûkê çêl ziman lew
Dihûnim ez gelek nama ji bo vê jînê

Sewdan û can min danî ber bi erzanî
Dema ji bo serxwebunê ket tekoşînê

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?