Xêro Abbas - Barana Şevê
wêneyê hunermendî:ê 242 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xêro Abbas - Barana Şevê

Ji barana şevê, min bêhna te kir
Dilê’m digirîya, bêriya te dikir
Te l’min nêrî, te min nas nekir
Lehî l’min rabû, lê min şil nekir

Ser dengê dilê xwe, ji xew şiyar bûm
Ji hêstirên xwe, di avê de mabûm
Li şevekî kûr, gêj û winda bûm
Wekî her carê, dîsa tenha bûm

Duh dîsa derî, pir caran vebû
Dengê te dihat, lê tu tune bû
Dilê min sêwî, l’benda te mabû
Pêjna te dihat, lê tu nexwiya bû
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?