Yaser Edessa - Ji Dil Kûr Dinalim
wêneyê hunermendî:ê 46 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yaser Edessa - Ji Dil Kûr Dinalim

Ew birî û bijangên te yên çavbelek
Ew porê te yê wek herîr û şeva reş
Ew lêvên te yên şîrhingiv û tahma xweş

Çiya mij û dûman
Kulîlk bêxwedî man
Ger ez te nebînim
Ji dil kûr dinalim
Ji dil kûr dinalim yar yar

Bûm pezkovî li çiyayên eşqa te
Bêhna gulan tê ji rêç û şopa te
Min veşire di bihûşta dilê xwe de

Çiya mij û dûman
Kûlîlk bêxwedî man
Ger ez te nebînim
Ji dil kûr dinalim
Ji dil kûr dinalim yar yar

Gotin: Yaser Edessa
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?