Yedê Şakirî - Çengî Şikaw
wêneyê hunermendî:ê 69 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yedê Şakirî - Çengî Şikaw

Ezanî bo wa lawaz û bê rengim
Zerim belam esîrî pencey jengim
Bê perwam û le nêw deryay ewîna
Enirkênê diley wekû nehengim
Wek perwanem le nêw girî firaqa
Aqirçêm û asûtêm û bê dengim
Her ekulêm û ecoşêm û esûtêm
To roj û min dilopeyêk awengim
Min awarey nawçew melbendî eşqim
Dest be yexey firaqim û le cengim

To wilatî ewîn û pir le razî
Min şehit û kojrawî jaw û jengim
Memtarêne û memnêre bo xerîbî
E min le nîştimanî xom be sengim
Xezelwerî jiyane min belam her
Bolbolî aşiqî golî qeşengim
Heraxwênim be dil bo gol bo cuwanî
Herçende pîrim û şikawe çengim

Gotin û Muzîk: Yadê Şakirî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?