Yekbûn - Edlê
wêneyê hunermendî:ê 147 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yekbûn - Edlê

Edlê rabe sibe ye
Şiliyê rabe sibe ye

Edla min a edilî
Şiliya malê edilî
Keskesora xemilî
Min dît li gir Fetilî
Eynek danî xemilî
Kulê te terasbavê
Hemî mane li vî dilî

Edlê rabe sibe ye
Şiliyê rabe sibe ye
Teq û reqa derge ye
Qêr qêra dîkê me ye
Demê nimêja te ye
Çaxê nimêja te ye

Mala Edlê li neqebê
Mala şiliyê li neqebê
Lê da bayekî xezebê
Derdê Edla min giran e
Da ser derdê kezebê
Derdê Edla min giran e
Da ser derdê kezebê

Edlê rabe sibe ye
Şiliyê rabe sibe ye
Teq û reqa derge ye
Qêr qêra dîkê me ye
Demê nimêja te ye
Çaxê nimêja te ye

Mala Edlê deştê bû
Mala Şiliyê deşte bû
Lê da bayekî dinê bû
Derdê Edla min giran e
Da ser derdê hêwiyêwo

Edlê rabe sibe ye
Şiliyê rabe sibe ye
Teq û reqa derge ye
Qêr qêra dîkê me ye
Demê nimêja te ye
Çaxê nimêja te ye

Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Botan
Aranje: Yekbûn

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?