Yilmaz Tekîn - Eva Dunya Pir Mezin e
wêneyê hunermendî:ê 98 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yilmaz Tekîn - Eva Dunya Pir Mezin e

Eva dunya pir mezin e
Têra me hemiya heye
Çima çavê we bar nabe
Qey tenê dunya we ye
Em jî kurd in wek însana
Mafê me jî lê heye

Ji nav baxê gulan gul im
Her gulê bêhnek heye
Tev mirov in, tev însan in
Her gelî û rengek heye
Dest bidin destên hevdu da
Kes ji kesî ne zêde ye
Mil bidin milên hevdu da
Salên xweş li pêşiya me ye
(serdor)

Gazî dikim li dunyayê
Hûn dizanin em kî ne
Xwedyê dîroka kevnar in
Zerdeştî û MED î ne
Em rêberê milleta bûn
Çima navê me nîn e
(serdor)

Hezar sale li ser serê me
Şerr û cenga girane
Xêr û berê me tev birin
Welatê me talane (wêrane)
Ji ber wê ye gelê me jî
Alên rengîn hildane
(serdor)

Gotin û Muzîk: Hozan Şemdîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î