Yunus Dişkaya - Bê Kesim
wêneyê hunermendî:ê 222 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Bê Kesim

Were xanim bi qurbanim bizane bê kes û kûsim
Bere xêra tebî carek were çavê te ramûsim

Çima herdem ditirsî lê, çima carek nepirsî lê
Ejî wek te mirov û dilbijokim lê ne kabûsim

Eger wek qumriya rindî kevok û nazika gundî
Bizane ez di vê rê de wekî Xesro û Kawûsim

Çiqa Mûsa li ser te gewherên lal bikî ristik
Li rista min binêre da bizanî ez çi qamûsim

Kirim wek ta wisa jar û wesa hiştim bese dîlber
Di kinca Laleşê işqê bizane pîrê tawûsim

Eger xanim bira rastî dixwazî min, bela rûs bî
Di larûsa evînê de Cigerxwînim bi namûsim

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?