Yunus Dişkaya - Çîroka Kûçikên Birçî
wêneyê hunermendî:ê 227 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Çîroka Kûçikên Birçî

Bê welat jî mirov dikare bijî
Mîna kûçikan
Mîna kûçikên bêxwedî jî
Dinya welatê min e
Mirov dikare bêje
Mîna utopîstan
Mîna kûçikên utopîst
Lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
Pehîna xwe li te bide
Biçî kû, herkes kûçikê xwe berra te bide
Him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
Him jî tukes li te xwedî dernekeve
Û li seranserî cîhanê
Hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
Wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be
Ji bo ku tu kûçikyiya xwe bijî!

Helbest: Ferîd Xan
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?