Yunus Dişkaya - Derman
wêneyê hunermendî:ê 575 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Derman

Havîna dilê min
Ava sar dixwaze
Buhar e û dinê
Bi govend û saz e

Heyv û stêr bi ruhnî
Mekaman dibêjin
Sînga min tejî ye
Derdên min dirêj in

Dinê dibiriqe, lê
Eniya min tarî
Çem xweş diherike
Dil bê arîkarî

Ne girîn û ne kir
Birîna min kûr e
Bêgef im dimeşim
Çikas ev rê dûr e

Pora min gewr bûye
Dest û zendên min sar
Ne tenê dil û kezeb
Hestî ji birîndar

Destê dijminan de
Welatê min qurban
Jiyîn çi bû ji min re
Êş, arihan û jan

Dil, sing şewîtî ne
Şabûna mi girîn
Xebat derman dide
Ji bo derd û birîn

Helbest: Kamiran Alî Bedirxan
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?