Yunus Dişkaya - Dîlê Min
wêneyê hunermendî:ê 166 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Dîlê Min

Êvar e
Pir sar e
Çol e, gir û çiyan bê dar in
Tarî ye
Zarî ye
Bê te dil û can birîndar in

Welat e
Şewat e
Hêstirên min dikevin; çem e
Dîlê min
Dilê min
Êdî were delalê! dem e

Mamîz î
Bi saz î
Kaniya stêr bû dilê min, mir
Hejkirin
Tum birîn
Xwelî bûn nema pêt û agir

Gir û ber
Qrên û şer
Top û tifing diricifin Ax!
Ax û dar
Tev xwîndar
Ne mîrek ma ne siltan û şah!

Adar e
Hawar e
Camêr tev dimeşin, bê Al in
Stran û deng
Gul bê reng
D’mehdikan de zaro dinalin

Kel û gund
Cihên kund
Jin û keç burc û qesr gî kêmbext
Li gorinan
Berazan
Bûk jî mir, ne ma serîr û text

Talî reş
Bîst û şeş
Lê dil ne mir ne bû ax û rijî
Hêstir reş
Sîng, dil geş
Canên me gî camêrî tijî

Gir û ber
Qrên û şer
Top û tifing diricifin Ax!
Ax û dar
Tev xwîndar
Ne mîrek ma ne siltan û şah!

Helbest: Kamîran Elî Bedirxan
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?