Yunus Dişkaya - Elegez
wêneyê hunermendî:ê 671 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Elegez

Sîng û berê kewgozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e

Memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne
Xalêd sûret mîna konê Kurmancî ne

Guliyên yarê mîna cewên derbiharê,
Hev girtine, fitil fitil têne xwarê

Ezî li ser kawkubarê bengiyê xefur
Min da destan û lîlandin sîmên tembûr

Min got : Yarê, tembûr di destê min de heliya
Were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan

Got : Beytûyo, por û guliyên min qumaş in;
Yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in;

Sîng û berê min zozan e ez çavreş im
Ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im

Got : berzeqê û bi awir li min nihêrî
Awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî

Cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn
Saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn.

Mêrg û geliyên Elegezê girtin duman
Niza'm ji çi re gelo bihar bû zivistan.

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?