Yunus Dişkaya - Ez Ji Te Hez Dikim
wêneyê hunermendî:ê 224 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Ez Ji Te Hez Dikim

Nizanim xayîn î, nizanim bi bext î,
Nizanim oyîn î, nizanim her wext î
Nizanim şibhan î, nizanim alçax î
Nizanim nuxsan î, nizanim qibrax î
Nizanim li erdê yî, nizanim li esman î
Nizanim Xwedê yî, nizanim însan î

Ez ji te hez dikim!
Ya Rebilalem,
Ya rehm û kerem,
Ya nêt û merem,
Ya şert û qesem,
Ya xeyaş û xem -
Herdema min.

Û hevsûd û bêkêr, nuxsan û necamêr
"Kal û extiyar", "xort û mêr", gedengên duh na pêr
Girtine mer û bêr û xişpik, şîş û kêr
Dikin ku fend û sêhr bibirrin li jor û jêr
Ew qilêr, ew qilêr

Û gurr e, û gurr e, muhbeta min pirr e,
Bi ser te de dixure, bê bend û bihur e,
Tijî lal û durr e û hûr e, û hûr e
Xendeqan dibirre, di kendalan dizîvire
Difire, difire.

Ez ji te hez dikim!
Ya Rebilalem,
Ya rehm û kerem,
Ya nêt û merem,
Ya şert û qesem,
Ya xeyaş û xem -
Herdema min.

Lê har e, lê har e, li sirt û beyar e,
Nepenî ye, berwar e, difire tê xwar
Qibrax e, kubar e, şemal e - dibare
Gazî û hewar e: "Ha were, ha were"

Ez ji te hez dikim!
Ya Rebilalem,
Ya rehm û kerem,
Ya nêt û merem,
Ya şert û qesem,
Ya xeyaş û xem -
Herdema min.

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?