Yunus Dişkaya - Hêvî
Gotinên Stranan
Yunus Dişkaya - Hêvî
hêleke min diqutife ji sermêçiya keleheke asê, rê asê,dem asê
hêviya min kulîlka binê berfê
ha bel bû ha bel bibê
û berf tê
tê
tê..!
bibare berfê
li ber xwe bide kulîlkê,
tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!
wê vebe rengo rengo
piştî taveke xwêjinkî keskesor
sihareke rûbihar e hêviya min
tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
ha hilat ha hiltê
û berf tê
tê
tê..!
bibare berfê
li ber xwe bide kulîlkê
berf li hêlekê, tu li hêlekê
hêviya min jî bihar e
Helbest: Arjen Arî
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove