Yunus Dişkaya - Keskesora Rengê Te Me
wêneyê hunermendî:ê 254 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Keskesora Rengê Te Me

Keskesora rengê teme,
Hey tu roj û tava min,
Bedew û qeşengê teme,
Ay, ronaya çevê min.

Beyt li min têne dor bi dorê
Aşiq ezim, tuyî kan,-
Her hevt rengê keskesorê
Tên ji pencê teva can.

Ay, ro, binhêr wê qirqişî,
Keskesorê girt kevan,
Ken li dêmên te niqişî:
Bûm dengbêjê wan çevan.

Feqet, ro çû piş wî tetî,-
Rengê keskesorê çûn,
Lê tu çûyî, ji min dûr ketî,
Ax, beytê min hê gurr bûn.

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?