Yunus Dişkaya - Keyfxweşî
wêneyê hunermendî:ê 159 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Keyfxweşî

Ez Kurdekî piçûk im
Welatê min mezin e
Tejî rêl û çiya ye
Tejî berx û bizin e

Bi zozan û mebehan
Welatê min çeleng e
Tev robar û tavgehan
Bi kulilkan bireng e

Kaniyên wî taze ne
Çar rexên wan sorgul in
Xweyî qêf in dê û bav
Dengbêjên wan bilbil in

Ne girîn û nesaxî
Bes govend û dilxweşî
Têde herkes kamiran
Bi xebat û dilgeşî

Helbest : Kamiran Alî Bedirxan
Muzîk : Yunus Dişkaya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î