Yunus Dişkaya - Mebê Na Na
wêneyê hunermendî:ê 141 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Mebê Na Na

Çi bêjim ez, mebê: na na...
Guhê min tim li ber "na" ye,
Bi vê "na" yê te şîşa sor,
Di nêva dilda badaye.

Tu zanî "na" çi dijware?
Ji ber wê dil tijî are,
Perîşan û giranbare,
Bihara dil, çi "na, na" ye?

Ji ber nayê dinalim ez,
Wekû nayê dikalim ez,
Nizanî pîr û kalim ez?
Ma fersende beradaye.

Me dil suhtî hi ber nayê,
Were guhdêre ber nayê,
Dikî gazî : werin rayê !
Ku ev paye hemû baye.

Şev û rojan dikim qêrîn,
Li ser te mêrkuja şêrîn,
Ji vê "na" te gelek têrîn,
Çiqas bê "na" dibêm "a" ye.

Meger çendan tu şêrînî,
Tu şêrîna Cigerxwînî,
Çiqas rengîn û bengînî,
Berê min tim li bakaye.

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?