wêneyê hunermendî:ê 144 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Pale

Paleya genmê sore
Patozan qore, qore
Palan hawî da dore
Çavê maldaran kore

Hey pale pale pale
Das li malê betale

Palaya genmê şînê
Patozan tev çinîne
Pale lihawîr civîne
Zarok li mal birçîne

Hey pale pale pale
Das li malê betale

Paleya Genmê zere
Patozan xweş da bere
Pale çibkin ji xwere
Kar nemaye ji were

Hey pale pale pale
Das li malê betale

Genmê reşê tilyanî
Patozan tev hilanî
Zarok li mal birçîne
Dikin qêrî:-ka nanî

Hey pale pale pale
Das li malê betale

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?