Yunus Dişkaya - Şêrîn Ji Min Xeyidye
wêneyê hunermendî:ê 118 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Şêrîn Ji Min Xeyidye

Xeyda ji min xeyidte nizanim bo çi hew tê
Zanim ji ber diya wê ne ez diçim, ne ew tê

Şêrîn û pir delalê gewr û rind û şepalê
Me dil her dem li balê kengî bête me xew tê

Piştî li min cegere pat bayê seba ji nû hat
Mizgîn da me rohilat vaye ji bo te kew tê

Lêv sor û bisk bi têl e bi rewş û xeml û kêl e
Wek mehina kihêl e ez dîme bê celew tê

Serî bi tac û sinbil gulî berdane ser mil
Geş kir bi ken gul û dil li hember min derew tê

Poz bilind û şirînê rû gewr û por zerînê
Rista me ya evînê li wê bejna bedew tê

Ristan jimir dibêjî Şekir ji dev dirêjî
Ciger li min dipêjiî ji il me nal û tew tê

Şal û mexmel ji kincê diran li bê birincê
Şêrîn û gewr û qencê îdî gero diçew tê

Padişeha hebûnê carek were tu rûnê
Seyda mekij bi çûnê soza te bê derew tê

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?