Zaîm Kendeş - Jiyan Xweş e
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zaîm Kendeş - Jiyan Xweş e

Jiyan çiqas xweş e
Wek bihna gulê
Jiyan çiqas reş e
Wek teniya sêlê
Dilo hêviyên te di jînê da neman
Dilo tu çêbû ji bo derdan/kulan/êşan û xeman

Jiyan xweş e
Pir caran gul dibarin
Jiyan reş e
Pir caran derd dibarin
Ciyê însanan di jînê da nema
Em diljikest in ji êşan/kulan/derdan û xeman.

Jiyan dirêj e
Wekî çiyayên bê serî
Jiyan kûr e
Wekî deryayên bê binî
Jiyan li min wekî xewnan hat û çû
Wek sawîran li ber çavê min wunda bû.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?