Zaîm Kendeş - Kengî Vegerî
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zaîm Kendeş - Kengî Vegerî

Kengî tu vegerî lê lê?
Ez hêvîdar im
Kengî tu werî lê lê?
Ez hêvîdar im
Bê te ez mirî me lê lê, termekî sar im
Bê te ez mirî me lê lê, termekî sar im
Şevan dijmêrim, bi kul û derdan lê lê
Rojan dijmêrim, bi kul û derdan lê lê
Baxçê evînê lê gulê, bê gul û dar in

Bîranînên te tevde awaz in
Cerg (Ceger) û dilê min jê re perwaz in
Kengî ez kil dim lê lê
Herdu çavên xwe
Bi wa bejna te lê lê
Ta ku ez razim

Bê te zuwa ye çemê dilê min
Êş û şahiyan lê lê, vebûn kulên min
Buhara min çû lê lê, bar kir nema tê
Pê re çilmisîn lê lê gul û darên min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?