Zarok TV - Bafirok
wêneyê hunermendî:ê 93 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zarok TV - Bafirok

Min darik bi hev dû ve girê dan
Kaxezên rengîn li dora wan pêçan
Dema mun ta di nîvî re derbas kir
Dawîyê jî min dûvê wê pê ve kir

Bifire bafirokê
Min jî bi xwe re bifirîne
Ka were dinya me ya rengîn

Min xwe bi dûvê bafirokê ve kir
Li ezmanan ewrên xweşik hembêz kir
Di nav balafiran re em derbas bûn
Ez mam behetî li vê dinya mezin

Bifire bafirokê
Min jî bi xwe re bifirîne
Ka were dinya me ya rengîn

Nîşe: Ji hêla Zarokên Şûbadapê tê strîn.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î