Zarok TV - Koroya Beqan
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zarok TV - Koroya Beqan

Li bajarekî mirov û avaniyên pir mezin
Li qeraxa golekê, beqên me ji xwe re distrên
Bi roj bi şev gotine, mirov ji xew şiyar kirine
Ji dengên wan hêrs bûne, ew gol zuha kirine

wrak wrak wrak

Beqên me li wir tî bûne, golek din ji xwe re dîtine
Piştî ji wir bar kirina, mêşan mirov gez kirine
Giş laşê xwe dixwirînin, xwe bi gola din digihînin
Weke wan beqên golê, hemû pevre distrên

wrak wrak wrak

Nîşe: Ji hêla Zarokên Şubadapê tê strîn.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î