Zekeriya Abdulla - Canam
Gotinên Stranan
Zekeriya Abdulla - Canam
Dilê min tijî evîn e .. bo te nemam, ay lê canam, way lê xanam, cana minBo te bi ax û nalîn e, bê te nemam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Carek were min bibîne, bo te nemam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Dermanê dilê min bîne, bê te nemam, ax lê canam, wax lê xanam, cana min
Evîn gelek xweş e xanam, dilê min serxweş e canam
Keçê bo te mirim nemam
Dûrî te pirr derd û belam
Ez esîrê kul û xemam, di nav êş û jana de mam
Bê te jîna min çû temam
Ax ez çibkim delala min, tu şirîn û hevala min
Dê kengê bêye mala min, tu ronî û şemala min
Şirînê her tu yara min, gulê xemla behara min
Aşiq û evîndara min, ji keçan diyara min
Nav dilê min mala te ye, bo te nemam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Xeyrî te kes tê tine ye, bê te nemam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Ger tu nebî min kî heye? bêy te nemam, ax lê canam, wax lê xanam, cana min
Were evîn li hêiya me ye, bê te nemam, ax lê canam, wax lê xanam, cana min
Şîrove