Zekeriya Abdulla - Ha Gulê
wêneyê hunermendî:ê 323 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zekeriya Abdulla - Ha Gulê

Diwerin gula biçînin
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Avê li beliga bireşînin
Şengê, şoxê zeriya min

Nava mala bireşînin
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Keyfa xo bi gulê bibînin
Şengê, şoxê zeriya min

Diwerin gulê bibînin
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Nava hewda biçînin
Şengê, şoxê mala min

Bû wan gulêt sor û zer
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Xemêt xo birevînin
Şengê, şoxê zeriya min

Dizeverîn ji xerîbiya
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Çîn nav mêrg û kaniya
Şengê, şoxê zeriya min

Seyrangahêt solavê
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Dikeyn keyf û xoşiya
Şengê, şoxê zeriya min

Min gulêk çand ji xo ra
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Deng zeda ji hemê dera
Şengê, şoxê mala min

Wan bê bexta ji min stand
Ha gulê, ha gulê, ha gula min
Roja min bire ava
Şengê, şoxê mala min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?