Zekeriya Abdulla - Tenyayî
Gotinên Stranan
Zekeriya Abdulla - Tenyayî
Kes be hanay dillim naye, hestî tenyayî demxwaDûr le to dinyam xamoş bû, to key dêytewe tuxwa
Temen le dûrît be ser çû, kwa gerranewet ey kwa?
Salleha ye çawerrêtim, gullî umêdim nerrwa!
Jiyan bê to bella ye, derdêke bê dewa ye
Xemî dûrît ezîzim, derya ye le bin naye
Dillî bê tom tenya ye, bê pena û bê hana ye
Şewî bêtoyî giyane, tarîk û bê çira ye
Esîrî dû çawî xumarim şêtane
Bêçarey tenyayîm xerîb im lêrane
Heta dêy dillî min gîrodey giriyan e
Desa toş çarey ke em derde girane
Were xendem bo bêne, to tenyayîm bişkêne
Le baxî dillî şeydam, gullî ewîn birrwêne
Her çîm hebê bê to tenyam, rohîşim bê newa ye
Hemû dinya le dewrim bê, her wek biyaban wa ye
Hestî tenyayî demkujê û, oqrem her le to da ye
Ta key min her çawerrê bim, desa rehmêk Xxudaye
Bîrt dekem min giyane, tenyayî derd û jan e
Gwê bigre le tirpey dill, bo to ye em lêdane
Zamî em dabirrane, dinyay kirdme wêrane
Deba bes bê tenyayî, jiyan be towe cwan e
Şîrove