Zekeriya Abdulla - Tu Naza Neke
wêneyê hunermendî:ê 146 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zekeriya Abdulla - Tu Naza Neke

Tu naza neke delalê nazenînê
Bejin zirave, esmerê xwên şîrînê
Destê min bigre, merhema ser birînê
Rindê berxê, sterka geşa asmanê
Narê kulê dêmke viyat zozanê
Tu bo min jînî, tu gul nesrînî
Bi bejna zirav, tu xot hejinî
Avirê çava min dexapînî

Bo te ez dînim, her dinallînim
Dê carêk were da te bibînim
Ji ber dûrî ya te bê dîn dînim
Pîştê te canê kes nahebînim

Tu naza neke delalê nazenînê
Bejin zirave, esmerê xwên şîrînê
Destê min bigre, merhema ser birînê
Rindê berxê, sterka geşa asmanê
Narê kulê dêmke viyat zozanê
Tu bo min jînî, tu gul nesrînî
Bi bejna zirav, tu xot hejinî
Avirê çava min dexapînî

Gewrey xezalê, şîrine şepalê
Dildarê te me, welah delalê
Ji ber dûrî ya te bê dîn dînim
Pîştê te canê kes nahebînim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?