Zinar Sozdar - Dayê
wêneyê hunermendî:ê 203 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zinar Sozdar - Dayê

Ey bazê ser bilind lez kin, here cem hevalê min
Bi dilxweşî û dilşahî, bibêjin silavên min
Ev çend salin ez li xerîbiyê, dişewitî kezeba min
Wek bilbilan dixwînim, xwîn dirije ji cîgerê min

Lê lê dayê lê lê dayê xerîb geryam dinyayê
Min ji vê dinê xêr nedî, bê te sebra min nayê

Dema dikevê bîra min, dost û heval û yara min
Êş dikeve serê min, hêsir dibarin ji cavên min
Tu caran bîra min naçe, deşt û zozanên gundê min
Xem û xeyala hevalan wek xewn tên ber çavên min

Lê lê dayê lê lê dayê xerîb geryam dinyayê
Min ji vê dinê xêr nedî, bê te sebra min nayê

Ez ditirsim te nebînim, bi vê kederê bimrim
Bîra werin ser tirba min, dê û bav û dildarê min
Bila hemû xura waynin gulekî nav baxçê min
Bi rengê kesk sor û zer, bixemlî merzela min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?