Zinar Sozdar - Derdê Welat
wêneyê hunermendî:ê 157 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zinar Sozdar - Derdê Welat

Derdê welat birindar im
Bê hal û ez bê yar im
Weke pezê bê şivan im
Ji derdê welat, ji derdê welat

Evindarê welat im ez
Nexweşê bê derman im ez
Li xeribye bekesim ez
Ji derdê welat, ji derdê welat

Ey welat te ez gej kirim
Miriyê bê kefan kirim
Evindarê bê saz kirim
Ji derdê welat, ji derde welat

Gotin: Zinar Sozdar
Muzîk: Diyar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?