Di derbarê stranbêjê/î de:
Baran sala 1956 li gundê Bargenî-Axûcanê (Hozat-Dêrsim) hatiye dinê. Navê wî yê rastî Ali Baranê lê guhdarên wî bi navê Baran nas dikin. Di nav malbata wî de him kirmanckî (dimilî) û him jî kurmancî diaxifin. Baran herdû devokan jî hîn dibe û niha bi herdû devokan stranan dibêje. Baran`di dema 7 saliya xwe de li dibistanê hînî zimanê tirkî bûye.
Bavê Baran hunermendê bi nav û deng Mahmud Baran e Kaseten wî hene. Dayika Baran ji xwes distrine, Ji bo vê sebebê zaroktiya wî di nav huner û hunermenden kurd de derbas dibe. Ew di nav stranên Arif Cizrewî, H. Cizrewî Kawîs Axa, Meryem Xan ûwd. de mezin dibe. Ji xwe hê jî stranên van dengbêjan arenje dike û bi şiklekî nûjen dilorîne. Baran di 6 saliya xwe de li daholê û 12 saliya xwe de li tenbûrê dixe û li dibistana gund û li liseyê di pirozîyan de bi tirkî distirê. Baran cara yekemîn sala 1976 li Xozatê derdikeve pêş gel û bi kurmancî distirê. Piştre li gelek deran derdikeve pêş gel û stranên şoresî dibêje. Bi stranên xwe li ser gel tesîrek mezin diafirîne. Ji ber vê yêkê polês gelek caran êrîşî wî dike. Sala 1977an li Amedê li sînemaya Dîlanê konsereke mezin dide û li vir tê girtin. Nêzîkî 2 mehan di girtîgehê`de dimîne. Piştî hepsê diçe Elmanyayê û li wir diçe zanîngehê. Li wir demekê beîa kîmyayê, demekê beşa muzîkê dixwîne û pistre jî dev ji xwendinê berdide û bi temamî xwe dide muzîkê.
Kaseta Baranî ya yekemîn di sala 1981ê de bi navê "Lo warê" li Elmanyayê derdikeve. Piştre sala 1984an ”Deriyê Hepisxane”, sala 1987an “Ey Dêrsimê”, 1989an “Helepçe û Zindan”, 1991ê “Çene Çene” derdikevin. Di sala 1993an de Baran bi pasaporta elmanî vedigere welatê xwe û kaseta “Deste ma” çêdike. Bi temamî heta niha 8 kasetên muzikê, CD û kasetên vîdeo derxistiye.
Hejmara gotinan: 16
Hejmara gotinan: 16