Aram Tîgran - Bêbextî
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Bêbextî
Li min bihûrîn gelek sal û demLi min kom bûn gelek derd û xem
Emir diçe bi êş û elem
Tenê hiştim vê bêbextiyê
(Koro)
Zeman û yar li min bûn yek
Li dora min çê kirin xelek
Li min gerandin çerxa felek
Tenê hiştim vê bêbextiyê
Naçin ava ev roj bûne sal
Sal dirêj in ez kirime kal
Bi ciwanî daye min gopal
Piştxûz kirim vê bêbextiyê
Hêsîrê dahfa ber delav im
Qels im, êdî bêpesin û bênav im
Por çû, çav çilmisî û rûxav im
Ez hejandim vê bêbextiyê
Gotin: Hekîm Sefkan
Meqam: Aram Dîkran
Şîrove