Awazên Çiya - Gula Cîhanê
Gotinên Stranan
Awazên Çiya - Gula Cîhanê
Gula cîhanê warê jiyanêBûka paş perdê xwe dixemlînin
Biskan şe dike serda dixwînin
Ev e Kurdistan warê evînê
Jor çiya û zozan, jêr bax û bistan
Tevde qir û bir petrol û madan
Tevde zîv û zêr, sera û eywan
Çemên pir hêja ji dilê Kurdistan
Sîpan û Zaxros, Nemrûd û Hemrîn
Deng dide Bîngol axîn û nalîn
Pelên jiyanê ser wan ma jiyan
Kesrevîna min ket dilê xemgîn
Gotin û Mûzîk: Koma Berxwedan
Şîrove
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?
Gotinên din ên Stranbêjê/î