Bawer Can - Bijî Newroz
wêneyê hunermendî:ê 148 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Bijî Newroz

Hat hat Adar hat her bijî Newroz
Hat hat buhar hat cejneke pîroz
Agir gur bikin, Govendê bigrin
Stranan bi hevre bêjin her bijî Newroz
Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz

Li Çarçira Agir pêxin îro Newroz e
Li Ûrmiye û Mehabadê cejnek pîroz e
Li Saqiz, Sînê, Kermaşan îro Newroz e
Dilê Qazî Mûhammed şadkin cejnek pîroz e
Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz

Li Akreyê li Kerkukê îro Newroz e
Laleş, Duhok, Sulêmaniyê cejnek pîroz e
Li Hewlêr, Zaxo, Helepçe îro Newroz e
Aheng û şahiyê bikin cejnek pîroz e
Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz

Li Dêrik. Efrîn, Hesekê îro Newroz e
Li Qamişlo, Serêkanyê cejnek pîroz e
Stranê Mihemet Şêxo bêjin îro Newroz e
Dilê Seyda Tîrêj geşkin cejnek pîroz e
Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz

Li Dêrsim, Mêrdîn, Batmanê îro Newroz e
Mûş, Wan, Şirnex, Colemêrgê cejnek pîroz e
Ruha, Çewlik û Amedê îro Newroz e
Mazlûm, Zekiya sergovend kin cejnek pîroz e

Hat hat Adar hat her bijî Newroz
Hat hat buhar hat cejneke pîroz
Agir gur bikin, Govendê bigrin
Stranan bi hevre bêjin her bijî Newroz
Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?