Bawer Can - Êmo Êmûşê
wêneyê hunermendî:ê 154 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Êmo Êmûşê

Hê hê
Tê hera ez ê bêmo lê lê lê lê êmo
Qurbana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo
Heyrana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo
Hero ez ser wê rêmo lê lê lê lê êmo
Êmo êmo êmûşê koçera deşta mûşê
heft salên te qediya li ber darê dergûşê lê lê lê lê êmo
Hey êmo êmo êmo lê lê lê lê êmo

(Dîsgotin)

Hê hê ..
Çûmê helebê carek lê lê lê lê êmo
Min anî hine barek, serê malê misqalek
Bi neh gundan Muxtarek, bi heft kalan gopalek,
Bi heft pîran diranek, hijdeh qîzan destmalek,
heft jinebiyan kitanek, bi neh kursiyan berwarek,
Ê min tenê sê çarek, heçê nebê binbarek,
Wan veda kor û marek lê lê lê lê êmo

(Dîsgotin)

Hê hê ..
Êmo hatî xurxulî lê lê lê lê êmo
Ew biskên hine kirî, ew porên boyaxkirî,
Hat li hewşê sekinî, heçê neyê dawetê
Porê xwesa xwe birî lê lê lê lê êmo
Kula êmo giran e, tu car naçe j´vî dilî lê lê lê lê êmo

(Dîsgotin)

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Kanî: Husênê OMERÎ
Şîrove
logo
Mihemed 08-03-2024 10:23:31
Destên te saxbin ser çapkirin û parastina van gotina Lê ez bawerim dibêjim koremarek Ne kor û marek Yanî dibêje marê kor

logo
Mihemed 08-03-2024 10:23:34
Destên te saxbin ser çapkirin û parastina van gotina Lê ez bawerim dibêjim koremarek Ne kor û marek Yanî dibêje marê kor

logo
Mihemed 08-03-2024 10:23:38
Destên te saxbin ser çapkirin û parastina van gotina Lê ez bawerim dibêjim koremarek Ne kor û marek Yanî dibêje marê kor

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?