Hozan Kawa - Heyranê
Gotinên Stranan
Hozan Kawa - Heyranê
Ez û heyrana xwe çûne qirşikaEz û delala xwe çûne qirşika
Li me derketin siwarê Badika
Ha ji me dixwestin her du keçika
Çûn ji me dixwestin her du keçika
Heyran, heyranê lê, heyran heyranê
Heyran, heyranê lê sed car qûrbanê
Ez û heyrana xwe çûne guhniya
Ez û delala xwe çûne guhniya
Ha li me derketin, siwarê Dimiliya
Ha ji me dixwestin her du zeriya
Çûn jı me dixwestin her du zeriya
Ez heyrana xwe çûne zozana
Ez û dela çûne zozana
Ha li me derketin siwarê Lunana
Ha ji me dixwestin her du delala
Çûn ji me dixwestin her du delala
Şîrove