Itîdal Mehmûd - Çûko Çûko
Gotinên Stranan
Itîdal Mehmûd - Çûko Çûko
Çûko çûko sefarîMi'j te re got sed carî
Veger li hêlîna xwe
Vaye baran dibarî
Îro berf û baran e
Roja xewa giran e
Agir bûka çille ye
Tim li dor wî seyran e
Çûko veger hêlînê
Guh ned qêr û nalînê
Heger rokê buhar hat
Derkev ji bin kulînê
Derkev nav kulîlkên geş
Ji bîr bik wa rojê reş
Piştî zar û tariyê
Wê diyar be demek xweş
Çûkê li nav tehtika
Her bicivîn darika
Hêlînek nû ava bik
Ji perî û qirşika
Helbest: Ferhad Îçmo
Muzîk: Brahîm Şêxo
Şîrove