Kejal Ehmed - Felsefa Mîwefiroşek
wêneyê hunermendî:ê 38 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Kejal Ehmed - Felsefa Mîwefiroşek

Hawrêm to wek qeysîyek bûyt
Her ke wîstim tamit bikem
Hatim kirrok û nawerrok im firê dayt

Dostî dêrîn
To hendê car lalengît!
Her le xotewe rût debiyewe
Carîş heye her wekû sêw
Be bê twêkil û
Be twêkilîşewe dexurêyt!

Dirawsêkem
To her wek çaqoy mîweyt!
Katê nîye le ser sifre
Malî ême nebînrêyt
Belam debê lêm biburît
Min hezim lêt nîye!

Nîştîmanî ezîz im belam to lîmoyt
Hemû dinya ke nawit hat
Naw demyan pirr debêt le aw
Ke çî min mûçirkim piya dêt!

Ey ewey natnasim
Bêguman im lewey şûtît
Ta wek çeqo be naxta roneçim
Natwanim bizanim to çît!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î