Koma Agirê Jiyan - Evîna Min
wêneyê hunermendî:ê 192 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Agirê Jiyan - Evîna Min

tîrêjên roje çiya dibire
Ava çem û kanî zinar diheline
Berbanga sibe xewn direvîne
Evîna min welatê min e
Berbanga sibe xewn direvîne
Evîna min welatê min e

Ji dil de ez evîndar im
Ji kezebê da brîndar im
Ji dil de ez evîndar im
Ji kezebê da brîndar im
Bi qêrîn û bi hawar im
Evîna min welatê min e
Bi qêrîn û bi hawar im
Evîna min welatê min e

Carinan dikeve xewnên şevan
Dimirçiqîne hêstrên çavan
Dibe stran di nav dev û lêvan
Evina min welatê min e
Dibe stran di nav dev û lêvan
Evina min welatê min e

Ji kezebê da brîndar im
Bi qêrîn û bi hawar im
Evîna min welatê min e
Bi qêrîn û bi hawar im
Evîna min welatê min e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?