Mehmet Atli - Gula Dil
Gotinên Stranan
Mehmet Atli - Gula Dil
Rêwîyê rêyek xerîb im, bilbilê baxek bîyanîEz kilê çavê te me, tu êşa dil dizanî
Rojên bête bêmirûz in, tim hişyar e kela dil
Rojek sar e, rojek germ e, vî agirî sot bilbil
Te deng birin, reng nemane li hawirdor
Dilê bilbil çilmisî, gul xemilî bi xwîna sor
Rêwîyê rêyek dûr im, bi hêvî û bê şûr im
Ey strana del û dîn, ez kulkêşek pispor im
Ey gula dil gula dil, ey lê gulê gula dil
Ez bilbilek evîndar, tu zanî bi kula dil
Helbest: Mazhar Kara
Muzîk: Mehmet Atlı
Şîrove