Melek Rojhat - Gulazer Kurdistan e
wêneyê hunermendî:ê 221 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Melek Rojhat - Gulazer Kurdistan e

Rengê xwe bîxemlîne
Kilên çavan lê bî ne
Bejn û balê bihejîne
Gula zer Kurdistan e

Hemû gul û rihan e
Li ser te şer û şan e
Ez hebûna te heme
Sorgula min Kurdistan e

Tu kulîlka nîsanê
Rengê xwe da cîhanê
Bi dengê berxwedanê
Evîna min Kurdistane

Rengê xwe bîxemlîne
Kilên çavan lê bî ne
Bejn û balê bihejîne
Gula zer Kurdistan e

Yara min pir şêrîn e
Bilbil li ser dixwîne
Derd û xema direvîne
Tu warê Mem û Zin e

Ji bedew e bejna te
Cûdî Agirî xemla te
Dîcle û Firat keziyên te
Pîroz be şervanên te

Rojhilata navîn ê
Gul kesk û sor şinê
Gula min keda jinê
Gula min Kurdistan e

Gotin û Muzîk: Seyîdxan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?