Mihemed Şêxo - Nesrîn
wêneyê hunermendî:ê 1390 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Nesrîn

Dema min tu dîtî Nesrîn
Her du çavên te yê reş digrîn
Ewan çavan digotine min
Careke dîn tu min nabînî

Dil û canê'm tev bûne xwîn
Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga didan zêrîn
Ji ber şoxa bejn şêrîn
Te dem têkel befr û xwîn
Tu ji gula bû gula Nesrîn

Bûhar bêhî, Nesrîn werya
Kewne nêrî li ser çêrîya
Heyfa min têt Nesrîn girîya
Rondik weriya ser wan rûya
Ew çavê reş gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim
Tu şîn bibî careke din
Ne li vê dînê li dînek din
Ne li vî warî li warek din

Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove
logo
Sebah Hesen 03-03-2023 09:59:19
pêyvên stiranê yên:xelef zêbarî ne

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?