Ozan Şêxo - Bi Ser Çiyan Ketim
Gotinên Stranan
Ozan Şêxo - Bi Ser Çiyan Ketim
Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û revAx, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi şev, di hayê hayê,
Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev,
Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîşan
Hê jî birîne nuha, qemuşk girt û gîha hev,
Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm
Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev
Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim şer
Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev,
Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo şer
Êrîş bikin neyaran, wekê mêran hemî tev
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)
Şîrove