Seîd Yûsiv - Gul û Beybûn
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Gul û Beybûn
Xwezî ez bûba ne gulHero li ser bihna te bane
Tu jî bûba ne bilbil
Carê te ji boy min xwendibane
Diçilmisim nabim geş
Pirr diêşim dîtin derman e
Bila bimînim nexweş
Lê go textorê min li bane
Gelek cara tu dûrî
Lê dimînim bi hêvî û guman e
Rih dikim bi gorî
Go bi min re te soz bidane
Bo te ez evîndar im
Û ez ketim nava nezan a
Ez bi dil nikarim
Û derdê min gelek giran e
Dil dev ji te bernadê
Em her dû wek hev gihane
Tev gehan miradê
Lo delal ez û tu mane
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove