Seîd Yûsiv - Sêvê
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Sêvê
Lê lê sêvê sêvê sêvêEz bi xulam a dev û lêvê
Ez pirr şa dibim difirim
Gava tu tê mi t'axêvê
Sêva min sêva xelatê
Zerya min awir şewatê
Her tûyî gula civatê
Şeva tarî stêra şêvê
Tu ji navê xwe şêrîntir î
Min weke te nedîzerî
Te na bînim dikim girî
Şewqa te wek tava hîvê
Carek te li min pirsî ba
Ji evînê dil tijî ba
Rih didim te min karîba
Wa şerbeta piştî şîvê
Sêva min ji dara sêva
Mi jê hiskir bi darêva
Min kes navêji te pêva
Pordirêjê gaz û nîvê
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove