Seîd Yûsiv - Tu Derwîn î
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Tu Derwîn î
Erê tu derwîn îTu pirr xwe dibînî
Dîse tu şêrîn î
Min weke te nedî
Tu pirr soza didî
Tu bicî nayînî
Te ez hiştim li vade
Gewrê ne ji niha de
Di nav kul û derda de
Ji te ez dipirsim
Ez gelek bi tirsim
Ne gihim tu mirada
Min gelek hij te kir
Min rih li ser te kir
Te ji min bawer nekir
Tu pirr didî xapa
Di evînê de na be
Ne wilo ye lêv şekir
Nazik û nazdar î
Tu jî evîndar î
Li min bike guhdarî
Ji bo vê evînê
Tu min neêşînê
Bi gorî hezar carî
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove