Şivan Perwer - Agirî
wêneyê hunermendî:ê 1230 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Agirî

Ey felekê xayînê te çira li me wa kir
te malê me xerakir, te zarok û zêçê me bêxwedî û perîşan kir

Ey felekê xayînê te çira li me wa kir
Te konê me ji nava kona rakir
Te mala me xera kir
Te zaro û zêçên me bê xwedî hişt li orta perîşan kir
te dilê dosta şikand dilê dijmina bi me şa kir,
felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman, yeman yeman lê way lê way lê way felekê ayî

Hey birano hûne binerin çiyayê agirî dîsa bi dax û dûmane çi bilinde
de qama xwe bilind kirîye reşa xwe girêdaye hezne bûye ban dike çîyaye Hindê
dibê tê bêje agirî dîsa bir gir û hêsra xwe tije bûye
agirî dîsa bi volkanan tije bûye
agirî agirî, agirî diki xwîn digirî, agirî xwîn digirî
felekê yeman xayînê yeman lê way lê lê way lê felek ayî

hey meramo leşkerê romê zalimê jontirka hatin daketin bajar û gunde
zaliman li jor kirin giregira bafirok û teyaran
li jêr kirin tixetixa topan u mîtrayolzan
xera kirin bajar u gund ji binde
hey feleka xayîn mêrê me kustin, malê me talan kirin
zarokê me sewî histin, feleke xayîne nerinde
iro li şûna warê şeran di wake rubî dixwîne pepûk û qûnde
felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman yeman lê way lê way way hê hê felekê ayî

hey de mêrano wanî nabe feleke xayîne nerinde
emê gazîya xwe bibin hêl û malbatê Kurda bera di gazîya me werin
îro roja tengê ye bêkar û bêkêr nabe
heçê bi namûs û şerefin bere di gazîya me werin
heçe bexîret û bêkêbin bera himbêzê jinê xwe bimînen
feleke xayîne nerinde
emê hevî û benda xwe zarokên bava sêwê xwe girêdin
be hinek bibîne dibê hinek sibê nebîne
hêvîya min di wê hêvîye heye gi wê mêr û jinê me rabin
mêrxazê me rojê sibê rabin felekê ji vedere biqewutîne
heyfa me hilîne, bi mêr û mêrxaz bin
hawar kurdno gerek heyfa kurd û kurdistanê li erdê nemîne
felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman yeman lê way felekê ay

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?