Swara Ilkhanizadeh - Xêllî Diro)
wêneyê hunermendî:ê 39 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Swara Ilkhanizadeh - Xêllî Diro)

Êwe kên? xêllî diro!
Gelî dem pirr le hera
Nîştecêy şarî be girm e û dûkell
Pêm billên
Êwe çi karen?
Çi kesin?
Êwe ey kirmî kitêb
Yarî xarî hode
Be gerûy qaspekerî kewtarên
Carrî kam gumbû eden wa be hellpe û be deho?
Êwe
Mîratgirî kam cê lewerrin?
Êwe
Haşargirî rûbendî wişe
Bûkî bin taray sûr
Xwa neka bay be tewjimî kwêstan
Laberê perde le ser ballatan
Derkewê her dekujin dûrawdûr.
Êwe
Key şêrî çiyan?
Berdemawxorî tulle û gurgî gerrin
Qaqirre giyan e heway ber piştên
Şorekatêke kujey xellfî dest
Zelkeye korreketan, êwe zelin
Her be bayek egerrên bê derbest
Kam beyan berbû le bendî şewezeng?
Kam kuley şorr be nefestan laçû?
Mil be bermûrî wişey rengawreng!
Kame pê kewte piyasey rêtan?
Êste wa girm e le kêwan berz e
Mêş exate leşî ga bûlerze
Êwen û êwen û lokey gwêtan
Besiyetî, besiyetî
Wa hat, wa çû.

Siware îlxanî zade
1968
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?